Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e 2022-08-29 16:16:20   MEREŞ - Şandeya HDP’ê, li navçeya Bazarcixê ji aliyê esnafên ku ziyaret kirin ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Di serdanê de welatiyekê bertek nîşanî krîza aboriyê da û got: “Êdî bes e.”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl û parlamentera Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Rêxistina HDP’a Bazarcixê serdana esnafên Bûlvara Kartalkaya kirin. HDP’iyên bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin, pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.    Esnafên ku bi ji ber krîza aborî ya bi polîtîkayên desthilatê kûr bûyî gazin kirin pirsgirêkên ku dijîn vegotin. Di serdanê de welatiyekê bertek nîşanî krîza aboriyê da û got: “Ev yek wiha naçe, êdî bes e.”