Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin 2022-08-29 18:41:43   ÎZMÎR - Endamên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de xeleka ji mirovan çêkir, diyar kir ku ew li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li ber Navenda Çandê ya Tûrkan Saylanê ya li Alsancakê xeleka ji mirovan çêkir. Di çalakiyê de pankartên li ser "Eger aştiya bi rûmet nebe, berxwedaneke mezin heye", "Şer mirin e, em jiyanê diparêzin", "Şer rawestînin, jiyana azad ava bikin" û "Em li dijî şer azadî, li dijî tecrîdê aştiyç diparêzin" nivîsandî hatin vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya "Ji şer re na, ji tecrîdê re na" hat berzkirin.    PEYAMÊN AŞTIYÊ   Welatiyan peyamên xwe yên derbarê aştiyê de xwendin û destnîşan kirin ku şer mirin, xizanî û hêstiran bi xwe re tîne.   Pişt re ji bo daxuyaniya girseyî ku dê di 1’ê Îlonê saet di 19:00'an de li Qada Cumhûriyetê bê dayîn, bang li her kesî hat kirin.    Çalakî bi tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.