Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye 2022-08-29 18:55:29   DENÎZLÎ - Dayik Songul Îlker ku ji bo kurê wê yê nexweş girtî Ekîm Polat bê dermankirin li ber Girtîgeha Denîzliyê çalakiya rûniştinê li dar dixe, got: "Kurê min, dê pir zêde nikaribe li ber xwe bide li hemberî vê nexweşînê."   Ekîm Polat (24) ku di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de ye, ji ber ku nayê dermankirin 29 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Songul Îlker jî ji bo mafê dermankirinê yê kurê wê pêk bê û daxwazên wî bên qebûlkirin 13 roj in li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê çalakiya rûniştinê li dar dixe.    Dayik Îlker anî ziman ku rewşa tenduristiya kurê wê roj bi roj xerabtir dibe û got, bi awayekî kêfî nayê dermankirin. Îlker diyar kir ku nexweşiya kurê wî akromegalî (mirovê dêw) ji milyonekê di 4 kesan de tê dîtin û got: "Tevî nexweşiyeke wiha giran e jî nayê berdan. Kurê min tê qetilkirin. Diviyabû yekser sewqî nexweşxaneyê bihata kirin û bihata dermankirin. Lê belê hem vê yekê nakin hem jî guh nadin daxwazên me. Kurê min, dê pir zêde nikaribe li ber xwe bide li hemberî vê nexweşînê. Qet nebe ji bo heya saxe ji bo bi min re bijî têdikoşim. Di serî de kurê min dixwazim hemû girtiyên nexweşîna wan giran bên berdan."