Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê 2022-08-30 11:28:58   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 540’emîn de têkoşîna xwe ya edaletÊ didomîne, têkoşîna xwe şiband keştiyeke edaletê ya diçe û ev peyam parve kir: “Keştî wê zû an dereng bigihe bendergehê.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 540’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber girtina saziyên fermî ya ji ber 30’ê tebaxê, nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    ‘TÊKOŞÎN KEŞTIYEKE EDALETÊ YE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi wêneyê Emîne Şenyaşar ê di bin dorpêça polîsan de haitiye kişandin re ev peyam parve kir: “Li erdnîgariyeke ku edalet lê kêm tê bicihanîn de mafdarbûyîn têre nake. Ya girîng ew e ku mirov mafdarbûyîna xwe ji mirovan re vebêje. Dayikê soz daye ku dengê xwe ji herkesê re ragihîne. Ev têkoşîn keştiyeke edaletê ku 500 roj in diçe ye. Keştî wê zû an dereng bigihe bendergehê.”