Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn 2022-08-30 11:58:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûnên ku piştî agahiya Mûkteda es-Sadr siyasetê berda hatin destpêkirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 15’an, 350 kes jî birîndar bûn.    Piştî ku Serokê Tevgera Sadrê Mûkteda es-Sadr biryara berdana siyasetê da, kesên ku piştgirî didin wî li ser Lijneya Wezîran û Qesra Serokkomariyê ya di nava sînorê Herêma Kesk a Bexdayê de girtin. Di navbera hêzên ewlehiyê yên hûndirin û aligirên Sadr de pevçûn derket. Piştî ku pevçûn belavî welat bûn li tevahiya welat qedexeya derketina derve hat îlankirin.    HERÎ KÊM 15 KES MIRIN   Endamên Tevgera Sadrê ên eniya leşkerî ya biçek piştî ya Seraya es-Selamê piştî biryara qedexeyê daketin kolanan. Di pevçûnên ku çekên giran jî tê de hatine bikaranîn de heya niha 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 350 kes jî birîndar bûn.    SADR KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Mûkteda es-Sadr ragihand ku piştî ku pevçûn qewimîne ew ketiye greva birçîbûnê. Ji rêveberên Koma Sadr Hassan el-Azerî li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û anî ziman ku heya ku bûyerên derketî disekinin û dengê çekan qut dibin dê Sadr greva xwe ya birçîbûnê bidomîne.