Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê 2022-08-30 12:44:07 WAN - Derket holê ku beşek ji Lîseya Îmam Xetîb a Şehîd Mûrat Dîlmaç a li navçeya Serayê ku ji bo leşkeran kirine qereqol, weke pansiyonê jî hatiye bikaranîn.   Derket holê ku pansiyona Lîseya Îmam Xetîb a Şehîd Mûrat Dîlmaç a li navçeya Serayê 3 sal in weke pansiyonê tê bikaranîn. Bilokeke dibistana ku di sala 2010’an de weke du blok hatiye avakirin weke dibistan biloka din jî weke pansiyon dihat bikaranîn. Hate hînbûn ku leşkerên tîmên taybet ên di gulana 2020’an de şandine herêmê li pansiyona dibistanê hatine bicihkirin.    DIBISTAN VEGUHERANDIN QEREQOLÊ    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di gulana sala 2020’an de yekîneyên tîmên taybet sewqî herêmê hatine kirin û li pansiyona ku xwendekar lê dimînin hatine bicihkirin. Hate ragihandin ku 3 sal in leşkerên ku di meha Gulanê de tên navçeyê heta dawiya meha Mijdarê pansiyona ku xwendekar lê dimînin dagir dikin. Hate diyarkirin ku avahiya dibistanê ku ji aliyê leşkeran ve hem weke pansiyon hem jî weke qereqol tê bikaranîn dîwarên beton lêkirine. Hat ragihandin ku hemû wesayîtên zirxî yên leşkerî jî li hewşa dibistanê hatine bicihkirin.    MALBAT BI BERTEK IN    Hate diyarkirin ku ji bo leşker ji avahiya dibistanê bên derxistin malbatan gelek caran serî li qeymeqamtiyê û walîtiyê dane lê hemû serlêdan bêencam mane. Hate zanîn ku ketina dibistana ku baxçeyê wê ji aliyê leşkeran ve bi blokên beton hatiye dorpêçkirin jî hatiye guhertin.