Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir 2022-08-30 13:24:40   MÊRDÎN - Li çoltera Çiyayê Bagokê bi piştgiriya helîkopteran operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi alîkariya helîkopteran operasyon hate destpêkirin. Hat zanîn ku bi dehan wesayîtên leşkerî û hêzên taybet şandine herêmê. Li herêmê karûbarên gerîn û lêgerînê jî tên meşandin. Hat ragihandin ku leşker li nêzî herêmên ku welatî lê dijîn mewzî çêkirine û nahêlin kes biçe herêmên çolter.