Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye 2022-08-30 16:07:44   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan bertek nîşanî cenazeyê Hakan Arslan ê di kîs de dabûn malbatê dan û got: “Ev yek şerm mirovahiyê ye.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 105’mîn de ya li Îzmîrê berdewam kir. Çalakî li ber Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê pêk hat û rêveberên HDP’ê piştgirî dan malbatan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    BERTEK NÎŞANÎ DAYÎNA CENAZE YA DI KÎS DE DAN   Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Alîagaya Îzmîrê Gul Ekîcî da zanîn ku ew piştevaniya nobeda edaletê dikin û êdî hatiye wê astê ku girtîgeh bûne cihê îşkence û mirinê. Ekîcî da zanîn roj nîne ku cenaze ji girtîgehan dernakeve û ew dixwazin şertên û mercên girtiyan baş bibin. Ekîcî bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku di kîs de radestî malbata wî kiribûn û got: “Ev yek şerma mirovahiyê ye.” Ekîcî xwest her kes destekê bide malbatên girtiyan.    ‘ÊDÎ BES E’    Dayika girtî Hanim Sever jî bang li her kesî kir ku li dijî îşkence, tecrîd û şer rabin ser pêya û û êdî divê mirov nemirin û xwest şer bi dawî bibe û ew ji mirinan re dibêjin êdî bes e.