Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da 2022-08-30 18:08:34       AMED - Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ku 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê hatibû berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Nevzat Çapkin ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T'yê derketibû, li Amedê li nexweşxaneyeke taybet ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapkin piştî li Goristana Yenîkoyê hat şûştin, ber bi gundê Hecîreşê yê Farqînê ve hat birêkirin.    Hat hînbûn ku Çapkinê ku 29 salan di girtîgehê de maye û di heman demê de nivîskar e, pençeşêra qirikê pê re hebûye û piştî nexweşîna wî pir giran bûye hatiye berdan.