Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-08-30 19:08:02   DENÎZLÎ – Ekîm Polat (24) ku di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de, ji ber ku nayê dermankirin 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha hat hînbûn ku derbarê midûrê girtîgehê û sergardiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Ekîm Polat (24) ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê ye, ji ber ku nayê dermankirin 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Songul Îlker jî ji bo mafên tenduristiyê yên kurê xwe û ji bo qebûlkirina daxwazên wî, 14 rojên li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê çalakiya rûniştinê li dar dixe.    Ji aliyê din ve hat hînbûn ku piştî greva birçîbûnê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Denîzliyê ve derbarê Alî Îhsan Yildirim û sergardiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    LÊGERÎNÊN TAZÎ   Songul Îlker ku îro çûye girtîgehê cem kurê xwe, diyar kir ku dema ew çûye girtîgehê xwestiye girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kiriye. Îlker bal kişand ku gardiyanan jê re gotiye "ger tu nerihet bibî neyê". Îlker got: "Ji bo ez kurê xwe nebînim wiha dikin. Ji ber ku ez pereyan ji kurê xwe re dişînim, diçim cem wî û li ber girtîgehê rûdinêm pir nerihet dibin. Li gor tiştên ku Ekîm gotine, derdê wan ê sereke, lêpirsîna derbarê midûrê tekemîn ê girtîgehê û sergardiyan e. Her tim dibêje 'Zilamek min heye. Ez ê ser wê bigirim.' Lê vê carê wê nikaribe ser wê bigire. Her wiha ez ê ji ber taciza li ber girtîgehê giliyê gardiyanan jî bikim."    'NEXWEŞÎ TÊ BEROVAJÎKIRIN'   Îlker anî ziman ku pereyê ku ji kurê xwe re şandiye cardin lê hatiye vegerandin û wiha got: “Niha di destê kurê min de tenê av heye. Nikare tiştên divê di dema greva birçîbûnê de bixwe û vexwe bistîne. Berpirsiyarê kantînê jî gefan dixwe û dibêje 'divê tu tiştekî me jî nebêjî.' Kurê min pir zihîf bûye. Kurê min li ber çavên min dihele. Ekîm herî dawî meha Nîsanê çûbû Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê. Lê li wir ji bo sewqê jî tekîkên diviyabûn bên kirine nekirine. Kurê min naxwaze biçe nexweşxaneyê ji ber ku êdî nayê dermankirin û sewqî beşên şaş tê kirin. Ji bo nexweşiya wî dernekeve holê û neyê berdan  çi ji destê wan tê dikin. Baş dizanin bê rewşa wî çi qas xeternak e, lê dîsa jî berevajî dikin."