Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir 2022-08-30 19:58:30   AMED - Gulan Ateş, dayika girtî Kurbanî Ozcan ku bi raporê hatibû tespîtkirin ku li girtîgehê îşkence lê hatiye kirin, diyar kir ku Midûrê Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê ji kurê wê re gotiye "Wê cenazeyê te ji vir derkeve." Dayik Ateş dest bi çalakiya" Nobeda Edaletê" kir.   Gulan Ateş, dayika girtî Kurbanî Ozcan ku berê li Girtîgeha Amedê ya Hejmara 3'yan a Tîpa T'yê gardiyanan îşkence lê kiribû û tiliya wî şikandibûn, diyar kir ku midûrê girtîgehê bi mirinê gef li kurê wê xwarine. Dayik Ateş ji Erziromê hat Amedê û li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kir. Ateş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got, kurê wê 10 sal in di girtîgehê de ye û hevdîtina wê ya bi kurê wê re tê astengkirin.   Ateş anî ziman ku piştî kurê wê bi rêya telefonê ragihandiye ku bi mirinê gef lê tên xwarin, ji Erziromê hatiye Amedê ji bo kurê xwe bibîne û got, lê rêvebiriya girtîgehê destûra hevdîtinê nedaye. Dayik Ateş bilêv kir ku apşê çûye destûr ji dozgeriyê wergirtiye, lê dîsa jî rêvebiriya girtîgehê destûra hevdîtinê nedaye.    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARINE   Dayik Ateş diyar kir ku kurê wê di telefonê de jê re gotiye: "Dayê, gardiyan li min xistin. Paşê min ji midûr re got. Midûr jî got, 'erziromî ermenî ne, dê cenazeyê te ji vir derkeve, tu yê sax dernekevî. Dê dêya te cenazeyê te wergire.'"    Ateş da zanîn ku dema kurê wê diaxivî telefon hatiye qutkirin û paşê dîsa telefon kiriye û ji wê re gotiye: "Min dibin odeya bisînger. Li wê odeyê bi pehînan li min dixin. Midûr û gardiyanan li min xistin."   'DÊ KURÊ MIN BIKUJIN'   Ateş anî ziman ku piştî hevdîtin bi telefonê hatiye Amedê û wiha got: "Ez hatim Amedê, min got ez dixwazim kurê xwe bibînim, lê nehiştin. Çend roj berê hatim dozgeriyê û min got, 'Dê kurê min bikujin. Gotin, 'Na, nakujin.' Ttu tişt nekirin. Ez ê gilî bikim."   Ateş derpêş kir ku ji ber îşkenceyê 25 kêl dirûn li laşê kurê wê hatine xistin û got: "Her tim cezayê dîsîplînê li kurê min dibirin. Kurê min dê sibê li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê bike. Karmendên li wir gotin û sixêfên wisa ji kurê min re dibêjin ku ez şerm dikim bilêv bikim. Îşkenceyê dikin. Gotine 'Erziromî ermenî ne.' Gardiyan û midûr tev de wiha dibêjin. Piştî lêdanê gazî wî kirine ku giliyê wan neke. 25 kêl li canê wî xistine. Ez dixwazim kurê min bişînin Erziromê. Cezayê dîsîplînê lê dibirin. Heta ku daxwaza min pêk bê ez ê li vir bisekinim."    KURBANİ: ÎŞKENCÊ LI ME DIKIN   Gava hevpeyvîn bi Gulan Ateş re dihat kirin, Kurbanî Ozcan jî ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 3'yan a Tîpa T'yê telefonî dêya xwe kir. Ozcan gava pê hesiya ku hevpeyvîn bi dêya wî re tê kirin, xwest bi nûçegihanê me re biaxive. Dêya wî jî telefon da nûçegihanê me û Ozcan ev tişt gotin: "Li min û girtiyên din tim îşkenceyê dikin. Ji ber van min gelek caran hewl da xwe bikujim. Li vir girtî tên kuştin. Hewl didin min jî bikujin. Li vir girtiyan dikujin. Li vir îşkenceyê li me dikin. Îşkenceya derûnî li me tê kirin. Li me dixin. Keko deqeyên min temam dibin. Di dema îşkenceyê de heqaretan li me dikin, sixêfan dibêjin. Bi kuştinê gef li min xwarin. Ji ber van min hewl da xwe bikujim. Ez ê sibê dest bi greva birçîbûnê bikim. Bêdem. Ji xeynî dayika min kes tune ye. Belesebeb bêbextiyan dixin stuyên me û zabitnameyan çêdikin."