Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2022-08-31 07:33:39 ŞIRNEX - Çîmen Ataman ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Şirnexê hat veşartin.    Cenazeyê Çîmen Ataman a YJA Starî ku li Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest da, duh bi şev li Şirnexê hat veşartin. Ataman di 2'yê Tebaxê de li Herekolê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê cenazeyê wê wergirt û ji bo veşêrê bir Şirnexê.   Cenazeyê Atamanê li navçeya Bêşebaba Şirnexê hat veşartin.