Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin 2022-08-31 10:31:30   ENQERE - Nivîskarê Independent a tirkî Yuksel Hoş xwest ku cenazeyê Hakan Arslan ku piştî 7 salan hestiyên wî di tûrikekê de radestî malbata wî hatin kirin, bê şewitandin û windakirin.    Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve de ya di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat îlankirin  jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di 29’ê tebaxê di kîsikekî de radestî bavê wî hatibûn kirin. Kurê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, Salîh Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî vê yekê da.    BANGA ŞEWITANDINÊ    Yuksel Hoş a nivîskarê Independent a tirkî û li Zanîngeha Trakyayê akademîsyeniyê dike, di bin twîta Gergerlîoglû de şirove kir û xwest cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bên şewitandin. Hoş, teslîmkirina hestiyên Arslan ên di tûrikî de ya piştî 7 salan weke “rehma dewletê” parast wiha got: “Gelek zehmet bû ku kremate(cihê miriyan lê dişewitînin) bikin û bikin toz? Karekî wisa bû ku bi nîv lîtreyê gazê diqede, lê ez fêm nakim ku em çima destûrê didin dramên wiha. Zanîngeh kadavrayan nabînin em radibin kargoyê jî didin û wan didin malbatên wan. Em bi vî rengî dijminan qezenc dikin.”   Hoş, di parvekirineke xwe ya din de jî bang kir ku şûna cenaze bidin malbatê bila were windakirin.