Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê 2022-08-31 11:10:59   AMED - Dayika girtî Kurbanî Ozcan ku bi raporan hate tespîtkirin îşkence lêkirine, Gulan Ateş di roja duyemîn a Nobeta Edaletê de nexweş bû û rakirin nexweşxaneyê.    Dayika girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Amedê bi raporan hate tespîtkirin ku îşkence lê hatiye kirin, Gulan Ateş duh li ber Edliyeya Amedê bi daxwaza tundiya li kurê wê tê kirin bidawî bibe û sewqî Erziromê bibe, dest bi Nobeta Edaletê kir. Dayik Ateş di roja çalakiyê ya duyemîn de ji ber nexweş bû rakirin nexweşxneyê. Tedawiya dayik Ateş ku rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî didome. Hate hînbûn ku dayik bişev li otogarê maye û ji ber li vir cemidiye nexweş bûye.