Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin 2022-08-31 12:56:34   AMED - Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin ji ber girtiyên nexweş nayên berdan jiyana xwe ji dest didin û ew ne mafê xatirxwestinê mafê jiyanê dixwazin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dane destpêkirin, di roja 288'emîn de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Kolmeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an, Şaxa Sendikaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egitim-Sen) ya Amedê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şaxa Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.  ‘EM MAFÊ JIYANÊ DIXWAZIN’   Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî bi lêv kir ku li gel wan daxwazên xwe dubarê anîne ziman jî çareseriyek ji girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin re nehatiye dîtin. Merwanî anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û wiha got: “Tevî ku girtiyên nexweş rewşa wan xedartir jî dibe nayên dermankirin û berdan. Dema tên berdan jî piştî demekê jiyana xwe ji dest didin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em mafê xatirxwestinê naxwazin em mafê jiyanê dixwazin. Divê hemû kes bi hesasî nezikî vê xwesteka me bibe. Ji ber ku ev xwestikek mirovî ye. Gelek girtiyên nexweş ji bo mafê xwe yên jiyanê di gireva birçîbûnê de ne.”    ‘BILA MUXALEFET Û MECLIS LI SER PIRSGIRÊKAN BISEKININ’    Merwanî ji bo xwedî derketina girtiyan bang li raya giştî û partiyên siyasî û ji bo daxwaza wan bi cih were bang li Wezirê Dadê jî kir û got: “Bila demeke zû daxwazên me bi cih werin. Dema girtiyêk jiyana xwe ji dest dide em jî ditirsin. Em dibêjin gelo em ê jî xeberek wisa bigrin? Heke partiyên siyasî û Wezirê Dadê dixwazin tiştekî bikin niha dem ew dem e ku tiştekî bikin. Gelek girtî mirin lê hê jî nedereng e. Em dibejin ku bila ew xwestekên me werin rojeva Meclisê û partiyên muxalefetê di nav xwe de li ser van pirsgirêkan heyetek amade bikin û van pirsgirêkan çareser bikin. Bila heq, hiqûq, edaletê ew di nav xwe de çareser bikin. Peywira wan ew e ku pirsgirêkên me çareser bikin.”   Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşma, “Heq hiqûq edelat” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.