Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin 2022-08-31 13:08:10   KONYA - Li navçeya Karatay a Konyayê di navbera du malbatan de şer derket û 2 kes hatin kuştin.    Li taxa Saraçoglû ya girêdayî navçeya Karatayê ya Konyayê di navbera malbatek ji Xarpêtê û malbatek ji Qersê vê serê sibehê nîqaş kirin û pişt re di navbera wan de şer derket. Li gorî îdiayan; piştî nîqaş derketiye Nurettîn Altunkaya yê ji malbata Xarpêtî bi sîlehê êrişî malbata ji Qersê kir. Ji malbata Qersê Ayhan û Maize Erdemîr jiyana xwe ji dest dan. Nahît Erdemîr ji mile xwe, Fîrdevs Erdemîr jî ji serê xwe bi xedarî birîndar bû. Hat anîn şofêrê TIR’ê Mahmut Bagiş jî ji lingê xwe birîndr bûye.    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê û tedawiya wan tê kirin.    Hat zanîn ku êrişkar mele ye û bi awayek birîndar hatiye girtin.    Parêzer Abdurrahman Karabûlût ê ku agahiyê bûyera bihîst berê xwe da cihê bûyerê û li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji ber kayê şer di navbera malbatan de derketiye û êrişkar jî hatiye binçavkirin.    Polîs çûn cihê bûyerê û derdor dorpêç kirin.