Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir 2022-08-31 16:18:20   ENQERE - Dadgerê Doza Kobanê parastina bi zaravayê kirmanckî asteng kir û parastina bi tirkî li siyasetmedar Sîbel Akdenîz ferz kir.    Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.     Li gel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    LÊFERZKIRINA PARASTINA BI TIRKΠ   Di danişînê de siyasetmedara kurd Sîbel Akdenîz ku ji dozê tê darizandin xwest bi zimanê dayika xwe zaravayê kirmanckî yê kurdî parastina xwe bike. Şandeya dadgehê li dijî parastina bi kirmanckî derket û îdia kir ku wergêr nîne. Her çiqas Akdenîz xwest bi kirmancî parastina xwe bike jî lê di wergêrê de pirsgirêk derket. Serokê dadgehê jî xwest Akdenîz bi tirkî parastina xwe bike û zimanê tirkî li Akdenîz ferz kir.    Akdenîz vê lêferzkirina dadger red kir. Ji parêzerên dozê Mahsûnî Karaman ji dadgehê bo çend rojan dem xwest û xwest parastin bi awayek nivîskî wergerî tirkî bê kirin û pêşkêşî dadgehê bê kirin. Dadgehê daxwaza Karaman red kir.    Heyeta dadgehê bi hêceta wergêrên ku amade bûn parastina Akdenîz nikarin wergêr bikin ji bo parastina xwe tirkî pêşkêş bike heta 6’ê îlonê dem da Akdenîz.    Li ser vê yekê danişîn taloqî sibê hat kirin.