Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye 2022-09-01 10:10:15   ÎZMÎR - Hazal Kaygisiz a 72 salî ku ji bo kurê xwe yê nexweşiya penceşêrê pê re heye tev li Nobeta Edaletê bû wiha got: “Zarokên me saxlem girtin, hemû di girtîgehê de nexweş bûn. Bi çarlepkan be jî em ê li zarokên xwe xwedî derkevin.”   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji Nîsana 2022’yan ve 651 jê giran hezar 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî qeydên ÎHD’ê di nava salekê de girtiyên tevî nexweşiyên xwe nehatine berdan û terkî mirinê hatin kirin 45 in. Ji van 22 ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dane.    Yek ji girtiyên ku terkî mirinê hatiye kirin jî Yilmaz Sûncak ê 49 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire ye. 5 sal in ji bo girtiyê siyasî Sûncak ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin serî lê Saziya Tiba Edlî tê dayîn lê serlêdan bê encam man. Di serî de ÎHD’ê gelek saziyan ji bo Sûncak ê tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne çalakî li dar xistin lê yek jî nebû bersiv.    Yilmaz Sûncak   8 SAL IN NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ YE   Sûncak ku di sala 1993’an de piştî li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî 50 rojan di bin îşkenceyên giran de ma, ji ber "endametiya rêxistinê" cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn. Sûncak ku dema li Girtîgeha Mêrdînê dihat girtin cezayê wî hat erê kirin, bi rêzê ve sewqî Girtîgehên Agirî, Ceyhan, Semsûr, Aydin, Kiriklar, Bolû, Enqere, Kiriklar û herî dawî jî Girtîgeha Şakranê hate kirin. Sûncak ê 29 sal in di girtîgehê de ye beriya 8 salan li Girtîgeha Kiriklarê teşhîsa penceşêra tîroîdê danîn ser. Sûncak, ê ji ber nexweşiya xwe gelek caran emeliyat bû, bi nexweşiyên tengbûna bêhnê û KOAH a pêş ve çûyî ket. Niha jî ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê divê her tim di bin kontrola bijîşkan de be.    JI BO KURÊ XWE  YÊ NEXWEŞ EDALETÊ DIXWAZE   Dayika Sûncak a 72 salî Hazal Kaygisiz ku nêzî 4 meh berê tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin li Îzmîrê hatiye destpêkirin bû, ji bo kurê xwe edaletê dixwaze. Kaygisiz, qala binpêkirinên mafan û zextên li girtiyan tên kirin, kir bi lêv kir ku divê kurê wê yê nexweşê penceşêrê ye her tim bê dermankirin. Kaygisiz, diyar kir ku serlêdanên wan ên li ATK’ê û Wezareta Dadê kirin bêencam man û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Kaygisiz, bi lêv kir ku tu pêdiviyên girtiyan nayên pêşwazî kirin û wiha got: “Girtî di girtîgehê de nexweş dibin lê nayên dermankirin. Girtiyên nexweş nikarin tena serê xwe li xwe binêrin. Aysel Tûglûk niha girtiyeke nexweş a giran e. Tevî ku bijîşk dibêjin ‘berdin’ jî nayê berdan. Girtiyên di girtîgehan de zarokên me ne, zarokên me berdin.”   ‘EV ZILM WÊ HETA KU DERÊ BE’   Kaygisiz, diyar kir ku ji ber temenê xwe û nexweşiyên xwe di çûnû hatin hevdîtinan de zehmetiyê dikişine û wiha axivî: “Ev zilm wê heta ku derê berdewam bike. Zarokên me saxlem girtin, hemû di girtîgehê de nexweş bûn. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li pişt zarokên xwe bin. Bi çarlepkan be jî em ê li zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo girtiyên nexweş em ê edaletê bixwazin.”   MA / Delal Akyuz