Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû 2022-09-01 11:20:48 ENQERE - Karîkaturîstê Îtalyayî Gianluca Constantini yê Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin li ser dîwarekî li Stenbolê xêz kir wiha got: “Ez ji helwesta desthilatê û tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bi fikar im.”   Ciwanê kurd Hakan Arslan dema qedexeyên derketina derve di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin. Cenazeyê Arslan sala borî di 7’ê sibatê de li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Saziya Tiba Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin. Piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de hestiyên Arslan li Edliyeya Amedê di tûrikekî de radestî bavê wî hatin kirin. Cenazeyê Arslan di heman rojê de li gundê Çawûş ê Qereyaziya Erziromê hate veşartin.    Costantini karîkatura xwe li ser medyaya dîjîtal bi vê peyamê parve kir: “Dadgeheke bajêrê Amedê yê li başûrrojhilatê Tirkiyeyê piştî ku Hakan Arslan di operasyoneke leşkeri ya li bajêr de jiyana xwe ji dest da piştî 7 salan cenazeyê wî di tûrikekî de bê merasim radestî malbatê kir.”   Karîkaturîst û aktîvîstê Îtalyayî Gianluca Constantini ku demeke dirêj e li ser mafên mirovan û pirsgirêka kurd karîkaturan xêz dike, ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ÇALAKIYÊN KOLANAN ARASTEYÎ HUNERÊ KIRIN   Constantini ku bi qasî 15 sal berê dest ji karê xwe berda û berê xwe da hunerê, çîroka ku ew ber bi vê rêyê ve bir wiha vegot: “Di hin deman de min hîs kir ku divê ez hunereke ku bi rastiyê re têkildar e çêbikim. Şêweyeke hunerê ku deng dide rastiyê. Piştî vê biryarê, min dest bi bûyerên mezin ên kolanan ên wekî Bihara Ereb, Occupy Wall Street û Hong Kongê kir. Di vê pêvajoyê de min binpêkirina mafan a di dema protestoyên Gezî û qedexeyên derketina derve yên piştî sala 2015’an de jî xêz kirin. Ji vê derê rê ez ber bi çîrokên takekesî û binpêkirina azadiya ramanê ve birim.”   Constantini, anî ziman ku piştî 2015’an bi navberên rêkûpêk hat Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de kurd nas kir û pirsgirêka kurd lêkolîn kir û wiha got: “Li ser vê nasbûnê min bi saziyên cuda yên ku li Ewropayê li ser pirsgirêka kurd dixebitin re hevkarî kir. Min ji bo banga serbestberdana hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan xêz kirin. Piştî komkujiyên di sala 2016’an de li Cizîrê hatin kirin, bala min li ser vê mijarê zêdetir bû.”    KETINA WÎ YA TIRKIYEYÊ HATE QEDEXEKIRIN   Constantini bilêv kir ku ji ber ku bala wî li ser pirsgirêka Kurd zêde bû ji aliyê Tirkiyeyê ve bi "terorê" hate sûcdarkirin û ketina wî ya welat hate qedexekirin û wiha berdewam kir: “Çend roj piştî hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê di sala 2016'an de rûpela min a înternetê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate sansurkirin. Xêzkirina min a weke sedem ji bo vê yekê hat nîşandan, portreyeke Erdogan bû ku bi ala tirk a bi xwîn a li ser rûyê wî hatibû boyaxkirin. Lê sedema rastîn ew bû ku ez li ser protestoyên Geziyê û pirsgirêka kurd xebitîm û xebata min bi rêya Twîtterê bi berfirehî belav bûbû. Tevî ku wê demê ez bi xwe neçûm Cizîrê jî, gelek aktîvîstên ji wir agahî û wêne ji min re dişandin, ev jî têrê dikir ku hovîtî û şîdeta li wir bi rengekî gelekî aşkere diqewime bibînim. Tiştên di wê demê de li wir qewimîn tirsnak bûn.”   WENEYEKÎ ZINDÎ   Constantini, bi lêv kir ku piştî wêneyê bavê Hakan Arslan ê di tûrikekê de hestiyên kurê xwe dihilgirt dît, fikiriye ku divê tiştekê bike û wiha pê de çû: “Mîna wêneyekî zindî bû. Gelekî bi tevger bû, trajîk bû, di heman demê de tund û tûj bû. Di destê wî zilamî de hestiyên kurê wî hebûn! Di destê wî zilamî de kurê wî hebû.”   Constantini, diyar kir ku gelek sazî û aktîvîstên li Îtalyayê dixebitin ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bên agahdarkirin hene, lê belê binpêkirinên mafan ên hewl tê dayîn ji aliyê van şexs û saziyan ve bên ragihandin di medya bingehîn de cih nagirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez difikirim ku hikûmeta tirk hemû mafên mirovan ên bingehîn binpê kiriye û ne ber bi demokrasiyê ve ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ez ji tiştên li Tirkiyeyê diqewimin û helwesta hikûmetê bi fikar im.”     MA / Gozde Çagri Ozkose