Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da 2022-09-01 13:34:21   AGIRÎ - Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim ê ji damezrandina DEP’ê ve bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih digire jiyana xwe ji dest da.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdûrrhaman Yildirim (75) jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedarê kurd Yildirim ku ji sala 1991’an ji damezrandina Partiya Demokrasiyê (DEP) ve bi awayekî çalak di nav siyasetê de cih digire, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Yildirim li gundê Adimova yê girêdayî navenda bajêr bi tev li bûna HDP’iyan hate veşartin.    Yildirim, beriya niha demekê Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê û navçeyê kiribû. Dû re di rêveberiya HDP’a Agiriyê de cih girt. Ji ber nexweşiya dil a beriya 2 salan li nexweşxaneyê demekê tedawî dît. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê Yildirim ê li mala xwe dima, serê vê sibê jiyana xwe ji dest da.