‘Wê lawê min bikujin’ 2022-09-01 14:03:28   AMED - Gulan Ateş diyar kir ku ew ji jiyana lawê xwe Kurbanî Ozcan ê li girtîgehê hatiye îşkencekirin bi guman e û got: “Wê lawê min bikujin.”    Hat diyarkirin ku girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê hatiye îşkencekirin. Dayika wî Gulan Ateş ji bo tundiya li ser lawê bi dawî bibe û wî sewqî Erziromê bikin di 30’ê tebaxê de li ber Edliyeya Amedê dest bi “Nobeda Edaletê” kir. Ateş di roja duyemîn a çalakiyê de ji ser hişê xwe çû û wê birin nexweşxaneyê û ji ber nexweşiyê naber da çalakiya xwe. Ateş beriya biçe Erziromê axivî û diyar kir ku ew baş bibe dê dîsa çalakiya xwe bidomîne û ew ji jiyana lawê xwe bi guman e û got: “Ez ê li heqê kurê xwe bigerim. Ez ditirsim ku wê lawê min bikujin.”