Li Colemêrgê binefserek hate kuştin 2022-09-01 14:19:56   COLEMÊRG - Di operasyonên ku artêşa tirk li Colemêrg û ser xeta sînor dimeşîne de binefserek hate kuştin, çawişekî pispor jî birîndar bû.    Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, di operasyonên artêşa tirk li Colemêrg û ser xeta sînorê bajêr dimeşîne de binefser Okan Meteoz hatiye kuştin, çawişê pispor Vahît Enes jî bi giranî birîndar bûye. Hat ragihandin ku çawişê pispor Vahît Enes di 22'yê tebaxê de di teqîna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de bi giranî birîndar bûye. Hat zanîn ku çawişê pispor Yîgît rakirine nexweşxaneya leşkerî ya Gatayê.