Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e 2022-09-01 14:41:56   ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Dîlek Yagli ku di Doza Kobanê de tê darizandin, destnîşan kir ku banga li dijî hovitiya DAIŞ’ê kiribûn ne sûc e û got: “Me li dijî DAIŞ’ê bang kiriye lê di îdianameyê de têkildarî DAIŞ’ê tu tişt nîne.”   Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Gelek parêzer û temaşevan tev li dozê bûn.    Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina zêdekirina evraqên nû ya li dosyayê dest pê kir. Di danişînê de endama MYK’a HDP’ê Dîlek Yagli parastin kir.    Yagli, xwest ku şandeya dadgehê biryarên bi wijdan bigire û got: “Rexneyên li darazê baş tên zanîn. Hêvî dikim ku xwediyê hestên êşê bin. Em bi pêkanînên kesên ku êşê hîs nakin û jê sûd werdigirin li vir in. Parêzerên me rewşa darazê danîn holê.”   DESTNÎŞANKIRINA DARAZA SERBIXWE   Yagli, diyar kir ku wê pergal were guhertin û dadger û dozgerên ji bo raya giştî dixebitin wê ji nû ve li ser wan koltixan rûnin û wiha berdewam kir: “Ez ne di wê fikrê de me ku bi awayekî adil têm darizandin. Ji bo ku em li welatî behsa azadiyê bikin, qanûnên ku azadiyê garantî bikin têrê nake. Divê di serî de kesên welat bi rêve dibin û endamên darazê li gorî qanûnan tevbigerin. Şerta din a azadiyê jî serxwebûn û bêalîbûna dadgeran e. Hebûn û pêşeroja demokrasiyê bi darazeke serbixwe ve girêdayî ye.”   TÊKILDARÎ DAIŞÊ TIŞTEK TUNE YE   Yagli, destnîşan kir ku “Sûcê bê faîl nînin” û bi lêv kir ku di pêvajoya darizandina ku 2 sal in berdewam dike de sûcê pêdankirinê ku faîl tune ye nîqaş dikin. Yagli, anî ziman ku mafê herî xwezayî yê welatiyekî ye ku li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê yên DAIŞ’ê bang bike û wiha berdewam kir: “Me li ser twîtterê bangek kiriye; me ev jî bi fermanê kiriye. Ma em ji mirovahiyê evqas dûr ketine. Em nikarin li dijî hovitiya DAIŞ’ê bi vîna xwe bangekê bikin? Hewceyî fermanê heye. Me ev bang li dijî DAIŞ’ê kiriye lê di îdianameyê de têkildarî DAIŞ’ê tiştek tune ye. Em dizanin vesayeta siyasî ya li ser dosyayê dixwaze çi bike lê ev rewşa darazê cihê şermê ye. Banga twîtterê ku tê qalkirin hêj jî di malpera me ya fermî de cih digire ji ber ku ne sûc e.”   Yagli, da xuyakirin ku girtina wê ya 2 salan li ser tu sedemên şênber nîne û destnîşan kir ku biryarên girtin û dewamkirinê yên ji hemû siyasetmedarên tên darizandin re hatine dayîn, yek e.   Yagli, destnîşan kir ku tu welatî ji ber îfadeyên şahidên nepen nikarin bên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eşkere ye ku li Tirkiyeyê saziya şahidên nepen tê îstîsmarkirin. Ez dikarim der barê vê de bi dehan gotaran pêşkêşî dadgehê bikim. Gelek şahid ji bo ku bibin materyal ji bo kampanyayên siyasî yên hikûmetê bi hev re ketine pêşbaziyê.”