Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar 2022-09-01 15:43:38   ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de polîsekî gef li parêzerek dozê xwar û got, “Ez ê te edem bikim.”    Di danişîna Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Îro polîsên girêdayî Şaxa Ewlehiyê gefê li parêzerek dozê xwarin. Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû ku derbarê dozê de agahî dida rojnamevanan, polîsek nêzî wî bû û got, “hûn nikarin li vir daxuyanî bidin’. Maçoglû her çiqas got ew ne daxuyaniyê dide jî amirek polîsan gef xwar û got: “Dia bike ku ez li ser wezîfeyê me. Ez ê te edem bikim.”    Parêzeran diyar kir ku ew ê giliyê polîsan bikin.