Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman. 2022-09-01 15:47:34   WAN - Polîsan malbatên girtiyan ên li pêşiya edliyeyê dorpêç kirin, asteng kirin û gotin: “Herin daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.”    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan dabûn destpêkirin li pêşiya Edliyeyê Wanê berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) tev li daxuyaniyê bûn.    Girseya ku dixwestin li pêşiya edliyeyê daxuyanî bidin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û astengkirin. Hevseroka TUAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr bertek nîşanî astengkirina polîsan da û anî ziman ku astengkirina polîsan bêhiqûqî ye û divê daxwazên malbatan bên guhdarkirin. Polîsê sereke li ser berteka Babûr got ku bila malbat biçin mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku îro li Parqa Mûsa Anter tê lidarxistin û li wir daxwazên xwe bînin ziman.    Polîsan rojnamegerên ku Nobeta Edaletê dişopandin di GBT’ê re derbas kirin û nehiştin ku dîmenên çalakiyê bikişînin û ew ji qada çalakiyê dûrxistin.    Nobeta Edaletê, piştî gengeşiya di navbera malbat û polîsan de rawestiya bi dawî bû.