Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye! 2022-09-01 16:10:54   STENBOL - Parêzer Ferat Bogatekîn diyar kir ku miwekîla wî Reyhan Abdî ya ji rojavayê Kurdistanê ye û li Stenbolê hat girtin ji bo pitika xwe ava germ xwestiye ku mama jê re çeke û ava germ nedanê.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê ji bo Reyhan Abdî ya ji rojavayê Kurdistanê ku bi tevî pitika xwe du mehî Delal ve hat girtin, li avahiya xwe daxuyanî da. Ji Komîsyona Mafê Zarokan a OHD’ê parêzer Emîne Umaz daxuyanî da. Rehyan Abdî di 26’ê tebaxê de hatibû binçavkirin û piştî sê rojan ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve hatibû girtin.    GIRTÎGEH NE LI GORÎ ZAROKAN E    Umaz diyar kir ku bi girtina pitik û zarokan re li Tirkiyeyê Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku aliyê wê ye hatiye binpêkirin. Umaz anî ziman ku pitikek du mehî çend roj berê li gel dayika xwe hat girtin û şert û mercên girtîgehê ne li gorî pitikê ne ku bê xwedîkirin û xwest dawî li vê rewşê bê.    AVA GERM NEDANE REYHANÊ    Parêzerê Reyhan Abdî, Ferat Bogatekîn jî da zanîn ku Abdî û pitika xwe sê rojan di binçavan de mane û her çiqas îfadeyên wê bi rêya wergêr hatibin girtin jî lê wergêr îfadeyan şaş wergêr kiriye û dozger û dadger îdia dikin ku miwekîla wî “tev li nava YPJ’ê bûye” û ji ber vê îdiayê wê girtin e. Bogatekîn destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê ne li gorî pitikan û dayikên bi zarokan e û miwekîla wî Reyhan Abdî ji bo pitika xwe ava germ xwestiye ku mama jê re çêke lê belê ava nedane. Bogatekîn got ew ê derbarê vê yekê de gilî bikin.