Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir 2022-09-01 16:21:45   MÊRDÎN - Polîsan li navçeya Midyadê bi gule berdanê, ciwanê bi navê Adem Kara (21) bi giranî birîndar kir.   Di bazara heywanan a Taxa Işiklar a navçeya Midyadê hatiye danîn de polîsan gule berdan ciwanekî. Li gor agahiyên hatine bidestxistin ciwanê bi navê Adem Kara (21) ji ber ku di sûcekî edlî de lêgerîna wî hebû, nexwest ji kontrolkirina nasnameyê re derbas bibe. Polîsan, dema ku Adem Kara xwest ji bazara heywanan bireve, dan ber guleyan. Bi gulebarana polîsan guleyek li gewriya Kara ket û bi giranî birîndar bû.    Kara yê birîndar bû, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê kirin.    Hat destnîşankirin ku rewşa Kara giran e.