Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir 2022-09-01 16:57:22   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar ku serdana Şaredariya Silopiyayê kir wiha got: “Em ê li qadê bersiva herî xurt bidin van polîtîkayên qeyûman.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar beriya mîtînga ku wê li navçeya Silopiyayê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e” bê li dar xistin, serdana Şaredariya HDP’ê ya Silopiyayê kir. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, hevşaredarên Hezex û Cizîrê ku cihê wan qeyûm hatiye tayinkirin, rêxistina DBP’ê jî tev li serdanê bûn.    Şande ji aliyê Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan, Suleyman Şavlûk û xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.   ‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BISTÎNIN’   Di serdanê de Hevşaredar Adalet Fîdan axivî. Fîdan, diyar kir ku ew ê di her şert û mercan de xebatên xwe bidomînin û got: “Em her tim dibêjin, saetek be jî em ê dîsa di van şaredariyan de bimînin. Avahî û dîwar ji bo me ferq nake. Her qad qada HDP’ê ye. Qada jin û ciwanan e. Em ê xebatên xwe berdewam bikin. Yek şaredarî jî bimîne em ê karê xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê hemû şaredariyên xwe yên din di demeke herî nêz de  careke din bi dest bixin.”    ‘EM Ê BERSIV BIDIN’   Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar axivî û got: “Şaredariya Silopiyayê nîşan dide ku eger şaredariyên me bi desteserkirina qeyûman ji destê gelê me hatin girtin, em dikarin çi bikin. Di vî warî de ez spasiya hevşaredarên me, endamên meclîsa şaredariyê û hemû xebatkarên şaredariyê dikim. Her kes behsa hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên sala 2023’an de pêk bên dike. Lê piştî çend mehan di sala 2024’an de hilbijartinên herêmî hene. Dema em amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên parlamento û serokomariyê didomînin, hilbijartinên herêmî jî bi awayekî cidî di rojeva xwe de dihêlin. Em ê li qadê bersiva herî xurt bidin van polîtîkayên qeyûman.”