Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye 2022-09-01 17:26:51   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyanî dan, wiha got: “Aştî li Îmraliyê ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê daye destpêkirin di roja 107’an de li pêk Bloka C a Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Seferîhîsar û Bayrakliyê piştgiriya malbatan kir.    DI ROJA AŞTIYÊ DE EDALET   Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz, diyar kir ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de edaletê dixwazin û got: “Îro Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Em dayik dixwazin şer bi dawî bibin û li cîhanê aştî pêk were. Ji zilma dewletan re dibêjin êdî bes e.” Kaymaz, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê li dijî kurdan şer berdewam dike û xwest ku pirsgirêka kurd were çareserkirin û aştî were tesîskirin.   AŞTÎ LI ÎMRALIYÊ  YE   Kaymaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî parast li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Ocalan ne bi parêzerên xwe ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Ji ber dewlet aştiyê naxwaze bi vî awayî ceza dike. Sûcê herî mezin yê dewletê ye. Welatê me wêran nekin, xwînê nerijînin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Em ji bo herkese aştiyê dixwazin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê piştî axafina Kaymaz bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   DENÎZLΠ   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 32’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 16’an de berdewam dike. Dayik Îlker di daxuyaniyê de wiha got: “Kurê min çalakiya greva birçîbûnê didomîne û niha ji bilî avê tiştek pê re nîne. Ez ji vir bang li herkesê dikim; kurê kurê min Ekîm Polat û hemû girtiyên nexweş bên dermankirin. Heta ku mafê tedawiyê yê kurê min pêk were ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”