Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e 2022-09-01 17:37:43   WAN - Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di mitînga 1’ê Îlonê ya li Wanê de axivî û diyar kir ku ew li dijî siyaseta şer a AKP’ê têdikoşin û ji bo aştî were vê axê divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.       Mitînga 1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parqa Mûsa Anter” bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna partiyên siyasî yên li bajêr û rêxistinên demokratîk bi şîara “Em li dijî şer û mirinê jiyanê dipêrêzin” dest pê kir. Li qada mitîngê pankartên “Bila tecrîd bisekine, aştî biaxive”, “Em li dijî şer li dijî mirinê aştiyê diparêzin”, “Ji bo sekinandina şer hêza me, ji bo avakirina aştiyê baweriya me heye” hatin amadekirin. Ji bo pişt dikê jî pankarta “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparize” hat amadekirin.    JIN HERIKÎN QADÊ   Sedan jinên li pêşiya Rêxistina HDP'a Rêya Armûşê kom bûn, wek kortej û bi dirûşmên “jin jiyan azadî” û tilîliyan ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Jinan pankarta ku wêneya Aysel Tûglûk li ser bû vekirin û ber bi qadê ve herikin.    Gel, li qada alên HDP'ê û DBP’ê hatine daliqandin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, "Bê Serok jiyan nabe" azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest.    Di mitînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: “Fîrewn û zalim baş dizanin ku aştî bi kê re tê kirin. Nizanin ku gel alîgirê aştiyê ye. Em ê çawa ku aştiyê bînin nîşanî wan bidin. Heta ku aştî were vî welatî em ê têbikoşin.”    Dû re Hevserokê HDP'ê Fîkret Dogan wiha got: “Ji sekna gelê me heviyeke me ya mezin heye. Em bawer dikin ku gel wê di pêşengtiya kurdan de xwe bigihînin aştiyê. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeran bişînin.”   Piştî Dogan Koma Sorjiyan derket ser dikê. Kesên tev li mitîngê bûn bi stranan govendê gerandin.    Dû re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer. Bûldan bi coşa gel derket ser dikê û xelkê ilav kir. Bûldan roja aştiyê ya gel pîroz kir û destnîşan kir ku îro carek din xelkê li Wanê û Şirnexê û gelek deverên din peyama bidawîanîna şer û pêkanîna aştiyê daye Enqereyê. Bûldan got wan îro carek din dîtiye ku pêdiviya vê axê bi aştiyek mayînde heye.    ‘TERCÎHA GELAN AZADÎ YE’    Bûldan da zanîn ku kes nikare deng û daxwaza aştiyê bêdeng bike û got: “Heta ku HDP hebe wê helbet wê têkoşîna ji bo aştiyê, edalet û demokrasiye berdewam bike. Çimkî aştiya civakî tenê dikare bi edalet û aştiyek rûmet û adilane pêk were. Tercîha gelan ne şer û talan e. Tercîha gelan azadî û aştî û edalet e. Li vî welatî aştî dikare bi xelkê xweşiyê bide qezenckirin.”   ‘HEMÛ RÊYAN BI TECRÎDÊ GIRTIN’    Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Li vî welatî bêhna aştiyê hat û li şûna çekan diyalog û müzakere hatin kirin. Welat şahidiya aştiyê kir. Xelkê me ketibû nava aramiyê û xweşiyê. Lê belê AKP polîtîkaya şer xist dewrê û maseya aştiyê qeliband. Di pêvajoya aştiyê de birêz Ocalan aktorek mezin bû. Di nava wan du sê salên pêvajoya çareseriyê de dayikek me negiriya. Ciwanek me jiyana xwe ji dest neda. Lê AKP bi awayekî pêvajoya li bi birêz Ocalan re qedand û rêya diyalogê girtin. Hemû rêyan bi tecrîdê girtin. Îro tecrîd tenê ne li Îmraliyê heye. Tecrîd îro li tevahiya welat belav bûye. Tecrîdê kirine pergalek Tirkiyeyê. Maf, hiqûq û edalet nemaye. Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e û li vî welatî pirsgirêka hiqûqê heye. Hemû pirsgirêk û krîzên li vî welatî bi tecrîdê ve girêdayî ne.   TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN    Tenê rêyek heye ku welat ji van krîzan rizgar bike. Ew jî bidawîkirina tecrîdê ye. Heke îro tecrîd nehata sepandin, dê birêz Ocalan di dewrê de bûya. Heke pêvajoya aştiyê dewam bikira wê îro ewqas krîzan rû neda. Lewma em dibêjin demildest tecrîdê rkain û divê bibînin ku tecrîd binpêkirina mafê mirovan e. Divê birêz Ocalan bi rêkûpêk bi parêzer û malbata xwe re dikaribe hevdîtinê bike. Tenê tiştek dikare welat ji nava krîzan rizgar bike ew jî bidawîanîna tecrîdê ye.”      Piştî axaftina Bûldan hunermend Azad Bedran derket ser dikê û strî.