Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye 2022-09-01 19:41:57   ENQERE - Di mitînga ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ve li Anitparkê hate lidarxistin de, hate destnîşankirin ku avakirina tevgera aştiyê ya li dijî şer peywîreke jiyanî ye.    Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya bi şîara “Dagirkerî dê têk biçe, yên li ber xwe didin dê serbikevin” li Anitparqê dest pê kir. Rêxistinên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatî tev li mitîngê bûn.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Sendîkaya Hemû Teqawîtan, Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP) Hewldana 78’an a Enqereyê, Alinterî, Partiya Kedê (EMEP) Federasyona Şoreşgerên 78’an, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Tevgera Kedkaran,  Komeleya Piştgiriya bi Enqereyê re, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Pêşeroja Kesk û Çep, Partiya Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) cihê xwe girtin.   ‘ŞERÎ BISEKINÎNE, JIYANA  AZAD AVA BIKE’   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi êlegên li ser ÎHD dinivîsand, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi pankartên “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin”, “şerî bisekinîne, jiyana azad ava bike” ketin qadê.    Komeleya Mafên Mirovan bi yêlegên li ser ÎHD  dinivîsand, HDP bi pankartên “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin”, “Şerî bisekinîne, jiyana azad ava bike” ketin qadê. Di korteja HDP’ê de dovizên “Ji bo jinên hevserokatiyê diparêzin azadî”, “Kuştinen jinan polîtîk in”, “Ji Makbûle Ozer re azadî”, “Ji Nûdem Dûrak re azadî” û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin.    Di qadê de gelek caran “Ji şer re na, aştî a niha”, “Bijî biratiya gelan”, “Ji kedkaran re butçe, ne ji şer re” hatin berzkirin.    Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û bi xwendina nivîsa Hêzên Ked û Demokrasiyê amade kiribûn domiya. Tirkiya nivîsa ku hatibû amadekirin ji rêveberê Komeleya 10’ê Cotmahê Îhsan Seylan, Kurdiya wê jî rêvebera HDP'ê Mahabat Akin xwend.    Akin, bal kişand ku îro li seranserî cîhanê şer û pevçûnên çekdarî didomin û wiha got: "Ji Afrikayê heta Amerîkaya Latîn, ji Asyayê heta Rojhilata Navîn di qadeke fireh de şer didomin. Bi taybetî şerên ji Ûkraynayê heta Yemen, Sûrîye û Lîbyayê, şert û mercên jîyanî, rewşa aborî û sîyasî ya kedkar û gelan dixe bin xetereyê. Şerê Sûrîyeyê yê ku Tirkiye jî tê de bû teref, şer gur kir, bi hêzên xwe yên leşkerî bû mudaxil û dagirker, ji bo gelên Sûrîyeyê encamên pir giran derxist holê. Biryara tevîbûna şerê Sûrîyeyê, tenê ne tercîha AKP’ê ye, ji bo ku bûrjûvazîya pawankar a Tirkîyeyê bibe hêzeke herêmî û dagirkerîya ekonomîk, polîtîk û leşkerî pêk bîne ev encam derket holê. Êrîş û dagirîyên li ser Rojava û Başûrê ernîgarîya kurdan û Bakurê Sûrîyeyê, avakirina baregeh û cihên kontrolê, ketina şerê Lîbyayê, avakirina baregehên Somalî û Qatarê, hêzên leşkerî yên li Qibrisê û mudaxaleyên li ser sîyaseta Qibrisê û bernameyên perwerdehîya leşkerî ya li dehan welatan nîşaneyên heman armancê ne. Çîna sermayeyê ya Tirkîyeyê, di rêveberîya AKP’ê de li ser xwîn, hêstir û mirina mirovan bilind dibe."   'TIRKIYE DIXWAZE PERGALA XWESERIYÊ YA ROJAVA PERÇE BIKE'   Akin, diyar kir ku li Tirkîyeyê, polîtîkayên derve û hundir ên desthilatîya sîyasî, bi demê re û bi girêdayî berjewendîyên maddî dibe ku biguhere wiha berdewam kir: "Lê belê polîtîkaya sereke û naguhere ew e ku li Tirkîyeyê û derveyî Tirkîyeyê înkarkirin û tunekirina hebûn, ziman û çanda kurdan e. Ger ev ne pêkan be ku were kirin, wê demê tunekirina vîna kurdan û sazî û dezgehên wan ên sîyasî dibe armanc. Di encama van polîtîkayên biisrar û domdar ên serwerên Tirkîyeyê de, bi dehan salan e ku şer didome, bi deh hezaran mirov seqet man û mirin, bi milyonan kurd hatin koçkirin, çavkanîya aborî tê hebakirin, ji ber vê yekê jî şert û mercên kedkaran her ku diçe xerab dibe û xizanî, bêkarî, şovenîzm zêde dibe, maf û azadî qels dibin. Dewleta Tirkîyeyê, heman polîtîkayên xwe li Rojava û Başûr jî bi xedarî dimeşîne. Dixwaze ku pergala xweserîyê ya Rojava ya ku li ser azadîya jinê, wekhevîya gelan û sekuler perçe bike û ji hole rake.Versîyoneke din a vê polîtîkayê jî li başûr tê meşandin. Li ser Herêmên ku di bin kontrola tevgera azadîya kurdan de  ye bi domdarî êrîşên leşkerî tên kirin. Li vê herêmê bi dehan cihên kontrolê û baregeh hatine avakirin. Li ser erdê Iraqê yê fermî, bi awayekî fiêlî qadeke dagirîyê çêdike. Ji alîyê din ve li herêmê, berjewendîyên berpirsîyarên şer ên mîna Tirkîye, hêzên herêmî û gerdînî, bûne sedema qirkirin û sirgûna Kurd, Êzidî, Ereb, Ermen û Suryan. Her wiha bûne sedema gelek sûcên mirovahîyê."   JI BO WEKHEVÎ Û AZADIYA GELAN: AŞITÎ   Akin, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Aşitî: Daxwaza bilez û jîyanî, aşitî daxwazeke hevpar e û daxwaza kesên kedkar, gelên ku wekhevî û azadî dixwazin, civaka elewî û bawerîyên din e. Şer, ji bo gelan hilweşan, mirin û qirkirin e. Ji bo kedkaran jî xizanî, bêkarî, tunekirina jîyana ciwanan û pêşeroja wan e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku tevgereke aşitîyê ya ku bi milyonan pêk tê û tê de kedkar, civatên bawerîyan, ciwan, jin, LGBTÎ+ cih digirin were avakirin. Ev jî peywireke bilez û jîyanî ya hemû hêzên demokrat, welatparêz, şoreşger û sosyalîstan e. Ji bo têkoşîna li hemberî xizanî û hejarîyê; AŞITÎ, ji bo wekhevî û azadîya gelan; AŞITÎ, ji bo çareserîya demokratîk û sîyasî ya pirsgirêka Kurd; AŞITÎ, ji bo ku ciwan bi awayekî hêvîdar li pêşerojê binihêrin; AŞITÎ, ji bo ku tundîya mêran jî tê de û hemû cure tundî ji holê rabin; AŞITÎ, ji bo ku têkoşîna li hemberî kedxwarîya kapîtalîst bi pêş bixin; AŞITÎ ji bo maf û azadîyên me bi pêş bikeve; AŞITÎ."   Piştî xwendina metnê hevpar dirûşmeyên li dijî şer bilind bûn. Mitîng bi derketina ser dikê ya Koma Gazel bi dawî bû.