Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir 2022-09-01 22:02:10 STENBOL -  Li Kadikoyê bi sedan kes bi boneya 1'ê Îlonê li hev civiyan û li dijî şer îşaret bi aştiyê kir. Her wiha polîsan mudaxileyî girseyê kir û gelek kes binçav kirin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Şer windakirin, aştî serketin e" çalakiyek girseyî li dar xist. Hêzên kedê, karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên jinan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan aştî”, “Ne şer, ne dagirkerî, ne çek, ne polîtîkayên berfirehkirinê, aştî”, “Azadî ji kurdan re, aştî ji Rojhilata Navîn re”, “Bimire şovenîzma neteweya serdest" nivîsandî hatin vekirin. Bi sedan kesên bi ala û tilîliyên xwe li qadê kom bûn dirûşmeyên "Şer na, aştî", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin.   WELATIYAN BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINÊ DAN   Polîsan bi bariyeran derdora qada ku çalakî lê hat lidarxistin girt. Qad bi gelek wesayîtên binçavkirinê û wesayîtên TOMA'yê hat dorpêçkirin û li têketina qadê noqteyên lêgerînê hatin çêkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li ber Îskeleya Emînonûyê kortejekê çêbikin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê û gelek jinan ên di korteja TJA'yê de, dowîzên li ser "Şer mirin û aştî jiyan e" û "Jin jiyan azadî" nivîsandî hilgirtin. Endamên TJA'yê yên ku polîsan destûr neda wan ku li ber îskeleyê bimeşin, li vir hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de dayik û jinan jî dirûşmeyên "Em dayik in, em aştîxwaz in" û "Aştî" berz kirin. Rojnamegerên ku dîmen digirtin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin.   Piştre Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û rojnamegera bi navê Zîlan jî di nav de 4 kes hatin derbkirin û polîsan ji paş de destên wan kelemçe kirin û ew binçavkirin. Dema ku polîsan hewl dida bi darê zorê wan li wesayîtê siwar bikin, bi sedan kesên li qadê bi berzkirina dirûşmeyên "Dayik rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan" û "Jin jiyan azadî" bertek nîşanî binçavkirinê dan.   'SILAV SILAV HEZAR SILAV JI ÎMRALIYÊ RE'   Girseya li qadê demek dirêj li dijî "komkujî û îşkenceyên li girtîgehan" dirûşme berz kirin. Bi sedan kes bi dirûşmeya "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin. Her wiha girseyê ji bo Hakan Arslan ê ku 7 sal şûn de cenazeyê wî di kîsikekî de radestî bavê wî hat kirin, dirûşmeyên "Hakan Arslan Nemir e" û "Şehîd Namirin" berz kirin.   ‘DAYIK RÛMETA ME NE'   Li aliyê din girseya li qadê jî diyar kir ku heta dayik neyên wê çalakiyê li dar nexin û got: “Em binçavkirina dayikên doza aştiyê dikin qebûl nakin.” Di vê navê de girseyê jî tim û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî", "AKP wê hesab bide gel" berz kirin. Piştre bi sedan kesên li qadê ji bo kesên di binçavan de bînin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û  “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” ber bi Îskeleya Emînonuyê ve meşiyan.    Jineke ku li ber Îskeleya Emînonuyê alaya HDP'ê hilgirtibû jî bi îşkenceyê hat binçavkirin. Paşê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê jî di nav de nêzî 75 kes hatin binçavkirin û destên wan ji paş ve hat kelemçekirin.    Li qadê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "AKP wê hesab bide gel" hatin berzkirin. Girseyê destnîşan kir ku ew binçavkirina Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan û nêzî 80 kesên din şermezar dike û ji ber vê dê daxuyaniyê nede. Girseyê çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana dayikan" û bi tilîliyan bi dawî kir.