Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir 2022-09-02 09:01:00 ENQERE - Lijneya Îdarî û Çavdêriyê Girtîgeha Bolûyê derbarê girtiyan de pêşiyê bi hinceta ewlehiyê mafê sohbetê bi 3 kesan re sînordar kir, pişt re bi hinceta “Cihê hewadarkirinê sohbet tê kirin” derbarê girtî û hikûmxwaran de biryara “girtî û hikûmxwar dê ji bi sohbetê ji qawişên xwe neyên derxistin” da.     Serokatiya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Bolûyê biryarekî bêhiqûq û sosret da. Serokatiya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “ewlehiyê” ya giştînameya Midûriyetên Giştî yên Girtîgehan û Wezareta Dadê ya 22’yê çileya 2007’an a hejmara 45/1’an pêşiyê sohbet sînordar kir û pişt re qedexe kir.    SOHBET QEDEXE KIRIN   Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi biryarekê ku di 25’ê gulanê de girtin qanûna “Di çavdêriya girtîgehê li qadên hevdîtinê yên vekirî de di nava hefteyê de bêyî ku 10 saetan derbas bibe, komên ku ji 10 kes û kêmtir dikarin suhbetê bikin” sererast kir û mafê sohbetê sînordar kir. Rêveberî bi biryareke nû hejmara kesên ku dixwazin suhbetê bikin daxist 3 kesan.     Di sedemên sînordarkirinê de ev hincet hatin nîşandan: “Ji ber ev der Girtîgeha Ewlehiya Bilind e, piraniya girtî û hikûmxwaran 'endamên rêxistinê' ne û girtiyên edlî û yên organîze bi talûke ne û li dijî mirovahiyê sucan kirine û di hilberîn û bazirganiya hişbirê dikin, sûcên li dijî ewlehiya dewletê, kuştina bi qestî, sûcên li dijî pergala makeqanûnî hatine kirin.”   Lijne bi hincetên “Dema ku sohbetê dikin di nava wan de kom çêdibin, dema ku kom çêdibin biryarên hevpar tên girtin û bi vê yekê grevên birçîbûnê, li deriya xistin, dirûşm berzkirin, rehîngirtina peywerdaran û êrişî peywirdar, hikûmxwar û girtiyan kirin pêk tên” derbarê mafê sohbetê de bi îdiaya “ji bo ewlehiya saziyê, girtî û hikûmxwaran” biryar da ku mafê sohbetê bi 3 kesan re bê sînordarkirin.     ‘ODE JI 3 KESAN PÊK TÊN HEWCEHÎ BI SOHBETÊ NÎN E’   Lijneya hejmara kesên ku dixwazin sohbetê bikin bi 3 kesan re sînordar kiriye destnîşan kir ku di qawîşan de 3 an jî kesek dimîne, kesên ku di qawişên xwe de tenê dimînin hewadariyê bikar tînin û sohbetê pêk tînin û ev biryar da: “Hewce nîn e ji bo sohbetê cihekî taybet were amadekirin, girtî û hikûmxwar dê ji bo sohbetê ji qawişên xwe neyên derxistin.”