Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye 2022-09-02 09:08:28 AMED – Fuat Yalçin, birayê girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 26 sal in girtiye, diyar kir ku nexweşînên giran li birayê wî peyda bûne, lê dîsa jî nayê berdan. Yalçin ji bo rewşa girtiyên nexweş bang kir: Ev pirsgirek a hemû civakê ye. Heta gel xwedî li girtîgehan dernekeve û piştgiriyê nede dê tu encamek bi dest nekeve."   Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê 651 jê girtiyên nexweşiya wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş, her çend nexweşiyên wan giran in û raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene jî nayên berdan û gelek ji wan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van girtiyan yek jê jî Adnan Yalçin e.    Yalçin, di sala 1996’an de ji ber kar û barên xwe yên siyasî li Mêrsînê hatiye û ew şandine Girtîgeha Konyayê ya Tipa E'yê. Yalçin, salekê li Konyayê maye û piştre ew sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê kirine. Piştî 4 salan li vir dimîne bi dorê sirgûnî girtîgeha Nevşehîr, Mereş, Dîlok, Ceyhan a Edeneyê Goksû ya Mereşê, Semsûr, Çewligê û Amedê hatiye kirin û ji vir jî di sala 2016'an de sirgûnî Dîlokê hatiye kirin. Yalçin ku niha di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ye, di 26 salên girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne.    BI MIRINE RE RÛ BI RÛ NE   Fûat Yalçin, birayê Adnan Yalçin, anî ziman ku birayê wî di sala 1996’an de hatiyê girtin û heya niha sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin. Yalçin da zanîn ku birayê wî berî bê girtin siheta wî baş bûye, lê di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne. Yalçin diyar kir ku heya niha ji bo berdana birayê xwe gelek caran selrêdan kirine lê tu encam wernegirtine û wiha got: “Nexweşiya penceşêrê derbas kir, qeyrana dil derbas kir. Zerik pê re heye, fitiq pê re heye. Ji ber penceşêrê, ji roviyên xwe emeliyat bû û hê jî tenduristiya wî nebaş e. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Em malbat pê re eleqedar dibin, lê ji aliyê dewletê ve tu çareyek tune ye. Em dibînin ku her roj ji girtîgehan tabût dertên. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin. Me gelek caran serdan kirin û daxwazname şandin, lê heta niha tu encamek bi dest neketiye. Girtiyan nabin nexweşxaneyê û derman nakin, wan bi mirinê re rû bir û dihêlin. Heke girtiyên nexweş neyên berdan wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin.”   ‘BIRYARÊN ATK'Ê SIYASÎ NE’   Di berdewama axaftina xwe de Yalçin anî ziman ku birayê wî sewqî Saziya Tiba  Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin, lê dîsa jî nehatiye berdan. Yalçin destnîşan kir ku biryarên ATK'ê ne li gor hiqûq û edaletê ne û wiha bertêk nîşan da: “Ew biryar tevahî siyasî ne. Heke ne siyasî bûna, girtiyekî nexweş tevî ku nexweşiya wî giranê û nexweşiya pênceşêre derbas kiriye wê bihata berdan. Birayê min got 'ez neçûma baştir bû', guh lê nekirine. 5 rojan di rê de mane. Lê tu encamek jê derneket.”    ‘BI SIRGÛNKIRINÊ MALBAT JÎ TÊN CEZA KIRIN’   Yalçin bilêv kir ku neberdana girtiyên nexweş bi tena serê xwe îşkence ye û wiha pê dê çû: “Îşkence ne tenê fîzîkî ye, heke tu girtiyêkî nexweş 26 salan di zindanê de bihêlî, ev bi tena serê xwe îşkence ye. Birayê min heya niha sirgûnî bi dehan girtîgehan hatiye kirin. Herî dawî jî ji Girtîgeha Amedê sirgûnî Girtîgeha Dîlokê ya Tipa L kirin û ji wir jî piştî 4-5 mehan ew sirgûnî Girtîgeha Dîlokê ya Tipa H'yê kirin. Sirgûnkirina girtiyan di heman demê de cezakirina malbatan e jî. Hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê rê malbat zehmetiyan dikişînin. Helbet malbat wê erkê bicih tînin. Em jî mehê carekê diçin ji bo hevdîtinê û hefte carekê jî li ser telefon bi hev re diaxivin.”   BERXWEDANA LI ZINDANAN   Yalçin diyar kir ku dewlet bi polîtikayên sirgûnê dixwaze tekoşîna girtiyan bişkîne û axaftina xwe wiha domand. “Armanc ew e ku girtiyan ji fikir û ramanên wan dûr bixin. Lê 26 sal e ne birayê min û ne jî girtiyên din di fikir û ramanên xwe de bi qasî serê derziyê jî paş de gav neavêtine û li hemberî wan di nav berxwedanek bêhempa de ne. Dîrokek zindanê heye, ji  salên 1980’yî heta niha zindan bûye cihê berxwedanê. Girtiyan bi berxwedanê mafê xwe bi dest xistine. Dewletê tu car negotiye ku ew mafê we ye. Ew berxwedan hê jî berdewam e. “   BANGAWAZÎ   Di dawiya axaftina xwe de Yalçin bal kişand ser çalakiya "Nobeda Edaletê" ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin li dar dixin û ji bo xwedî derketina li girtiyan bang kir: “Ev pirsgirek a hemû  civakê ye. Lewma divê hemû civak xwedî li girtiyên nexweş derkeve ku daxwazên malbatên girtiyan bi cih bên. Heta gel xwedî li girtîgehan dernekeve û piştgiriyê nede dê tu encamek bi dest nekeve. Ji ber wê divê tevahiya civakê li hemberî vê pirgsirêkê bertekê nîşan bide."