Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir 2022-09-02 09:39:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk bi doçkayan êrişî nûçegihanên ANHA’yê ku ji bo Komxebata Şêwirê bişopînin bi rêya navçeya Eyn Îsayê berê xwe didan Reqayê kirin, lê tiştek bi nûçegihanan nehat.    Hêzên artêşa tirk nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku ji bo Komxebata Şêwirê bişopînin bi rêya navçeya Eyn Îsayê berê xwe didan Rêqayê hedef girtin, lê tiştek bi nûçegihanan nehat. Têkildarî bûyerê ANHA’yê ev agahî parve kirin: “Nûçegihanên me yên hatine hedefgirtin, Cuma Mihemed û Zana Seydî dan zanîn ku artêşa tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Seyda bi doçkayan ew gulebaran kirin. Dema nûçegihanên me vê sibehê bi erebeyekê li ser rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê berê xwe didan Reqayê hatin hedefgirtin, lê tiştek bi wan nehat.   Li rojavayê Eyn Îsayê baregehên dewleta tirk a dagirker li nêzî rêya M4 hene. Ji wan baregehan erebeyên diçin û tên bi moşek û topan tên hedefgirtin, bi wê re jiyana bi hezaran welatiyan dikeve xeteriyê.”