Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje 2022-09-02 10:40:06 ŞIRNEX - Li gundê Finika navçeya Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikûje û giranî birîndar bû.    Li gundê Finika navçeya Cizîra Şirnexê ciwanê bi navê Muhîttîn Aksû (30) ji ber sedemeke nediyar hewl da ku xwe bikuje. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin piştî ku malbat pê hesiya, Aksû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.   Hat ragihandin ku rewşa Aksû yê li beşa lênerîna awarte ya nexweşxaneyê tê dermankirin giran e.