Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da 2022-09-02 11:41:02   MÊRSÎN – Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya CHP’î piştî ku bertek li dijî cihnedana konserê bertek zêde bûn, neçar ma ku destûra eywanê bide konsera îHD'ê.    Dadgeha Îdareyê ya Jimara 2’yemîn a Mêrsînê, biryara Walîtiya Mêrsînê ya qedexekirina konsera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê ya di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dar dixista dabû sekinandin. Li gel vê biryarê Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya Mêrdînê ya CHP’î ji bo konserê cî nedabû îHD'ê. Ji ber bertekên li dijî cihnedana konserê zêde bûn, şaredarî neçar me paşve gav biavêje. Şaredarî ji bo konsera Pinar Aydinlar û Dodan Ozer dê tev li bibin Eywana Navenda Çandê ya Ataturk texsîs kir. Konser dê îro saet 19.20’an de dest pê bike.    BANGA TEVLIBÛNÊ    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ji bo tevlibûna konserê ev bang kir: “Pirsgirêka derbarê konserê ku hebû me ji niha pê ve çareser kiriye.  Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê ji me re ragihand ku ew ji bo konserê eywan texsîs kirine. Biryara sekinandinê ya qedexeya Walîtiya Mêrsînê ya neheq û bêhiqûq jî ewqas biwate û girîng e. Berî her tiştî li dijî vê feraseta qedexeker, pêkanîna vê konsera me ya îro jî bi qasî vê girîng e. Em her kesê vedixwînin konserê û konser ya me hemûyan e.”