Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne 2022-09-02 13:05:06 ENQERE - Derket holê ku ji şahidê veşarî Ûlaş ê Doza Kobanê derbarê endamên MYK’a HDP’ê yên berê Pervîn Odûncû û Şeyma Kantarci de jî heman îfadeyan daye.    Her roj agahiyên balkêştir derbarê îdiayên şahidên veşarî ku kirine hêceta girtina 21 jê girtî 108 siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin, derdikevin holê. Yek ji bingeha îdianameya dozê li ser îfadeyên şahidê veşarî Ûlaç hatiye sazikirin. Hat zanîn ku Ûlaş derbarê du siyasetmedaran de îdiayên wî yên kopî bike û bizeliqîne kiriye. Şahidê veşarî Ûlaş derbarê endama MYK’a HDP’ê ya berê Pervîn Odûncû de çi gotibe heman tiştî derbarê endama MYK’a HDP’ê ya berê Şeyma Kantarci ku îfadeya wê di “Lêpirsîna Malî ya Kobanê ya pêla 2’yemîn” de hat girtin jî gotiye. Îdiayên derbarê her du siyasetmedaran de heman tişt in.    ÎDIAYÊN KOPÎ BIKE-BIZELIQÎNE    Dozger Ahmet Altûn ku dozgeriya “Lêpirsîna Malî” dike di 26’ê tebaxê de têkildarî îdiayên “Ûlaş” îfadeya Odûncû û Kantarci girt. Dozger îdiaya ku Oduncu û Kantarci “din ava Meclisa KCK’ê ya Tirkiyeyê de dixebitin” ji wan kiriye.    Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku beyanên şahidê veşarî ku derbarê her du siyasetmedaran de kiriye heman beyan in û dibe ku ev şaşîtî be jî. Parêzeran got lê bêyî ku dozger Altun lê binêre gelo ka şaşîtî heye an na û îdiayan parastiye. Îfadeya derbarê Odûncû de di dosyeyê de ye û lê îfadeya Kantarci ji ber biryara veşarî li ser dosyeyê ye parêzer nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê.    DOZGER GOTIYE ‘XELETÎ NÎNE’    Parêzerê her du siyasetmedaran Kenan Maçoglû anî ziman ku dozger ji her du miwekîlên wî jî heman îdiayan pirsî ye û miwekîlên wî îdiayan red kirine. Maçoglû diyar kir ku dozger derbarê heman îfadeyan de gotiye ‘xeletî nîne’ û îfadeyên şahidên veşarî parastiye. Maçoglû destnîşan kir ku bi van îfadeyên ku heman in carek din derket holê ku ev doz û lêpirsîn dekûdolab in.    MA / Firat Can Arslan