Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû 2022-09-02 13:53:27 ENQERE – Lêpirsîna derbarê rojnameger Oznûr Deger a bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû destpêkirin de biryara “Hewce bi peyketinê nîne” hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê nûçegihana JinNewsê Oznûr Deger de ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin. Derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.    Deger di 20 tîrmehê de li Mêrdînê îfade dabû. Ji Deger dimênên li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ên Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Enqereyê û pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê li Erdîşa Wanê ên di nav de kesk, sor û zer hebûn hatibûn pirsîn û wek sûc hatibûn dîtin.