Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî 2022-09-02 14:25:31 WAN - Kesên beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya ji aliyê HDP’ê ve li Wane hate lidarxistin bûn, diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin.    Bi hezaran kes tev li mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku duh ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Wanê hate lidarxistin bûn. Di peyamên li mitîngê hatin dayîn de, hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin û banga dest ji polîkayên şer bê berdan hate kirin.    DAXWAZA BINGEHÎN RAKIRINA TECRÎDÊ YE   Mehmet Yilmaz ê tev li mitîngê bû, diyar kir ku daxwaza wan aştî ye. Yilmaz, destnîşan kir ku naxwazin zêdetir xwîn bê rijandin û wiha axivî: “Em dixwazin Ocalan were nava gelê xwe.” Yilmaz, bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin jî da û bi lêv lir ku heke gelê kurd bibe yek wê tecrîd jî bi dawî bibe.    Hadî Orûk jî destnîşan kir ku tecrîd êrişeke sîstematîk e û wiha axivî: “Heke yekitî çêbibe ev tecrîd dikare bê rakirin. Heke kurd bibin yek wê ev pirsgirêk çarser bibe.”   DAXWAZA AŞTIYÊ    Şemsettîn Kaya yê bertek nîşanî tecrîdê dan jî qala zext û şerê li erdnîgariya kurdan kir û wiha got: “Sedemê bingehîn ê şerê li çar perçeyên Kurdistanê diqewime, tecrîda li ser Serokatî ye. Li çar perçe komkujî hene. Armanca bingehîn a dewletê tunekirina gelê kurd e. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Em qebûl nakin. Dinya û dewleta tirk bûne yek, li ser tunekirina gelê kurd siyasetê dikin. Çi heqê Barzanî heye, di şerê li dijî kurdan de dibe amûr? Divê gelê kurd bibe yek. Divê li her derê ku lê ne têbikoşin. Gelê kurd wê heta ku derê bi awayekî perçekirî tevbigere.”   Zuleyha Batûk, destnîşan kir ku daxwaza wan a bingehîn aştî ye û wiha got: “Tişta li me tê kirin zilm e, em vê qebûl nakin. Bi yekitî û berxwedanê ev zilma li ser me dikare bê rakirin. Heke em nebin yek em ê perîşan bibin. Heke em bibin yek em ê serbikevin.”   ‘EM DEST JI DOZA XWE BERNEDIN’   Tayibet Geçkîn ku diyar kir tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin, qala Hakan Arslan ê li navçeya Sûrê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatibû kirin kir û got: “Ez ji ber di qûtiyekê de hestî şandin dewleta tirk şermezar dikim. Em ê tu car dest ji doza xwe bernedin. Çi bikin bila bikin em dest ji doza xwe bernadin.”   Gulîzar Goçek jî xwest ku tecrîd bê rakirin û got: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokatî bê rakirin û ev şerê qirêj bê rawestandin. Em naxwazin dayik bigirîn û aştiyê dixwazin. Heta ku derê wê xwîn birije? Divê gelê kurd bibe yek û têbikoşe.”