Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir 2022-09-02 14:37:01 AGİRÎ - Polîsan li Bazidê êrişî kesên ku li dijî hişbirê daxûyanî didan kir û gelek kes binçav kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîda Agiriyê xwest li dijî hişbirê daxuyanî bide. Polîs bi gaza îsotê mudaxile li çalakvanan kir û ew derb kirin. Polîsan Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemîl Demîr û endamên partiyê Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Sûat Yigit, Guneş Yaşmîn di nav de gelek kes binçav kirin.