Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin 2022-09-02 15:06:11 ÎZMÎR - HDP, ÎHD, OHD û Baroya Îzmîrê ku têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin xwestin tecrîd bê rakirin û daxwaz bên pêşwazîkirin.    Şandeya ji nûnerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê pêk dihat, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê diqewimin bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî hevdîtinê li pêş girtîgehê daxuyanî da.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay a li vir axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêveberiya girtîgehê re axivîne. Kemalbay, da zanîn ku di serdema AKP’ê de hejmara girtiyan 6 qat zêdebûye, ev rewş ji “polîtîkayên ewlekar” e û got: “Li girtîgehan niha ji 600’an zêdetir girtiyên nexweş hene. Ji ber tiştên li Girtîgeha Kiriklarê diqewimin 3 girtiyên nexweş niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Biryarên lijneya çavdêrî û îdarî ku xwe têxe şûna dadgehê, şewitandina înfazê di serê van bêhiqûqiyan de ye. Abdûllah Ece girtiyekî nexweş ê 73 salî bû. Înfaza wî 2 caran hate taloqkirin û pişt re bi Kovîd-19’ê ket û di beşa lênerîna awarte de jiyana xwe ji dest da. Di 8 mehên dawî de 48 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Em dixwazin derketina darbestan a ji girtîgehê asteng bikin û binpêkirinên mafnên mirovan ên diqewimin rawestînin.”   BI DOZGERÊ GIRTÎGEHÊ RE HEVDÎTIN KIRIN   Kemalbay, bi lêv kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê diqewime bandor li girtîgehan jî kiriye, fatorayên ceyranê yên zêde girtî didin û wiha berdewam kir: “Xwe weke dewleta civakî penase dikin. Lê fatorayên ceyranê bi girtiyan didin dayîn. Xwarin ne baş in. Di demekî dirêj e li girtîgehan tecrîdek tê sepandin. Aktîvîteyên civakî ku divê girtî 10 saetan bikin ji ber pandemiyê hatine betalkirin û nadin kirin. Di serdanên malbatan de ji kesên diçin hevdîtinê re astengiyan derdixînin. Me bi dozgerê girtîgehê re li ser sînordarkirina pirtûkên li girtîgehê, şewitandina înfazan û nixumandina odeyên bi têlan, redkirina veguheztina girtiyên nexweş ji bo nexweşxaneyan, şewitandina înfazên girtiyan û kêmaniya mafê çavdêriyê hevdîtineke erênî kir. Em dixwazin ev bûyer ji holê bên rakirin û tecrîda li ser girtiyan bê rakirin. Heta ku binpêkirin ji holê bên rakirin em ê têkoşînê bidomînin.”   BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIRIN   Dû re endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê Alîşan Şahîn axivî û da zanîn ku li ser daxwazên malbatan hevdîtin pêk anîne û bi lêv kir ku hevdîtina ku kirin ji bo diyalogê baş bû. Şahîn destnîşan kir ku ji bo tevkariyê li çareseriyê bikin wan hevdîtin kir û wiha axivî: “Ji bo pêşî li pêkanînên şaş bigirin û ji raya giştî re ragihînin em li vir in. Şaşitiya bicihanîna biryarên ji siyasetê tên girtin, dibe sedem ku ev welat bikeve nava rojên xwe yên tarî. Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û li hemû girtîgehan pêk hat gihişt asta îşkenceyê. Girtîgehên ku nû hatine çêkirin, pirsgirêkan derdixînin holê ku mirovan tecrîd dikin û nahêlin ew bi bîr bînin bê ka çi gotine. Ez ji vir bang li aliyên siyasî dikim ku li dijî van bûyeran bibin xwedî helwest.”