Li girtîgehê mirina biguman 2022-09-02 16:15:05   DÊRSIM - Hate îdiakirin ku Engîn Korcûm ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin, xwe kuştî ye. Walîtiya Dêrsimê destûr neda ku cenaze bikeve Dêrsimê.    Hate îdiakirin ku Engîn Korcûm ê 35 salî kul i Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin xwe kuştî ye. Ferdên malbatê ku têkildarî mijarê em pê re axivîn, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê di 30’ê tebaxê de li wan geriyane û îdiakirin ku Korcûm di şeva 29’ê Tebaxê de întîhar kiriye. Malbatê ragihand ku çawa agahî girtin ji bo cenaze bigirin çûne Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê û bi kaxiza destûrê ya ji dozgeriyê girtin karine Korcûm bibînin. Malbatê bi lêv kir ku herî dawî di 29’ê tebaxê de bi lawê xwe re axivîne, rewşa wî gelek baş bûye û ji wan 3 pirtûk xwestine.     KETINA DÊRSIMÊ ASTENG KIRIN   Cenazeyê Korcûm, li gundê Ataçinar ê navçeya Mêzgêra Dêrsimê hate veşartin. Hate hînbûn ku Walitiya Dêrsimê li malbatê geriya ye û nexwestiye ku cenaze bibin Dêrsimê. Hate ragihandin ku ji ber wê bibe “propaganda” Walîtiyê xwestiye bêyî cenaze bînin navenda bajêr rasterast bibin Mêzgêrê. Hate diyarkirin ku gef li muxtarê gund jî hatiye xwarin kut ev li cenaze bibe wê derbarê wî de lêpirsîn bê destpêkirin.    Hate diyarkirin ku Korcûm di sala 2005’an de ji PKK’ê reviyaye û ji doza jê dihate darizandin de cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hatiye birîn.