Semra Guzel hat binçavkirin 2022-09-02 21:24:05 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li Stenbolê hat binçavkirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê ya li Meclisê hatibû betalkirin, li Stenbolê hat binçavkirin.    Hat hînbûn ku Guzel birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabên xwe yên medyaya sanal binçavkirina Guzel ragihandin.