Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin 2022-09-03 09:34:06 STENBOL - Parêzerên ku piştî bi saetan bi Parlamentera HDP’ê Semra Guzel re hevdîtin kirin û îdiayên derbarê Guzel de derewandin.        Di meha adarê de parêzbendiya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel hatibû rakirin. Guzel duh li Stenbolê hat binçavkirin. Guzel birin Midûriyetta Polîsan a Stenbolê û duh heta derengiya şeve destûr nehat dayîn ku parêzer wê bibînin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. OHD diyar kir ku du sê saet hevdîtina wan a li gel Guzel hatiye astengkirin û ew vê nêzîkatî û helwesta kêfî ya emniyetê qebûl nakin. OHD’ê got mafê parastinê nayê astengkirin.    PARÊZER: LI STENBOLÊ HATIYE BINÇAVKIRIN    Parêzer bi saetan şûnve dikaribûn bi Guzel re hevdîtin bikin. Parêzeran diyar kir ku îdiaya “Li Edîrneyê hat binçavkirin” ên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û medya alîgirê îktidarê ku ne rast in. Parêzeran destnîşan kir ku Guzel li tesîsek bêhnevedanê ya li navçeya Sîlîvriya Stenbolê hatiye binçavkirin. Parêzeran anî ziman ku agahiyên ku Guzel perûk daye serê xwe û belav bûye jî ne rast in. Parêzeran got di kêliya binçavkirinê de muameleya xerab nehatiye kirin.    Parêzeran diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Guzel de biryara binçavkirinê daye lê lêpirsîna derbarê wê de li Enqereyê hatiye destpêkirin û hê zelal nebûye ka dê Guzel bibin Enqereyê an na.