Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin 2022-09-03 12:05:42 STENBOL – Semra Guzel a li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat ragirtin sewqî edliyeyê kirin.    Meha adarê pêrêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) a Amedê Semra Guzel hatibû rakirin û Guzel duh li Stenbolê hat binçavkirin. Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Çaglayana Stenbolê kirin.    Tê pêyîn ku Guzel bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku derbarê wê de biryara binçavkirinê dabû, dê îfade bide Serdozgeriya Enqereyê ku derbarê wê de lêpirsîn daye destpêkirin.