Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû 2022-09-03 18:59:56   STENBOL -Îfadeya Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a li dozgeriyê bi dawî bû.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, îro sewqi Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.   ÎFADEYA LI DOZGERIYÊ BI DAWÎ BÛ   Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.    Hat hînbûn ku îfadeya Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bûye û di îfadeyê de têkildarî fezlekeya derbarê wê de hatiye amadekirin pirs jê hatine pirsîn. Tê payîn ku dozger biryara xwe ya derbarê Guzelê de eşkere bike.