Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand 2022-09-03 22:17:24   STENBOL - Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku li Edliyeya Stenbolê hevdîtin bi Parlementera HDP'ê Semra Guzelê re kir, diyar kir ku Guzel hay ji "senaryoyê" heye û got, Guzelê gotiye, "Xwestin ez serê bitewînim, lê min netewand."    Têkildarî binçavkirin û tundiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin û demildest derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlementer Zuleyha Gulum, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan û parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.   Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku çendî li edliyeyê qelebalixî tune ye jî ji sibehê ve li edliyeyê li benda biryarê ne û got: “Edalet nîn e, hiqûq nîne. Me parlementera xwe Semra Guzelê dît, parêzerên wê pê re ketin lêpirsînê. Pir bi moral bû. Got, 'Ez silavên xwe ji gelê xwe re dişînim.' Em heta vê saetê li bendê man. Qasek berê xebera wê hat. Bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin. Jixwe em di vê bêhiqûqiyê de li benda vê bûn. Dîsa jî balkêş e, ne wisa? Çend saet berê çapemeniya nêzî desthilatdarê ragihand ku parlementera me Semra Güzel hatiye girtin. Em qasek berê pê hesiyand. Gav bi gav senaryo tê pêkanîn. Senarîstê mezin Suleyman Soylû ye. Çi kiriye? Kamera amade kirine, peywir daye karmendên xwe. Ew ê çi bikin? Dema Semra Guzel anîne edliyeyê, xwestine stûyê xwar bikin. Kamera amade bûne, du polîs jî bi darê zorê porê Semra Guzelê kişandine, stuyê wê xwar kirine û ji bo ew serî bitewîne û ev jî dîmenê wê bigirin. Lê Semra Guzel serî netewand, çendî du polîs hewl dane stuyê wê xwar bikin jî, wê netewandiye."    GUZEL: MIN SERÎ NETEWAND   Olûç bang li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kir û got, ew m nebşne ku gelê kurd û siyasetmedarên ku nûnertiya gelê kurd dikin serî bitewînin û çokê deynin. Olûç anî ziman ku Guzel hay ji vê "senaryoyê" hebûye û got: "Semra ji bo lîstika ku li dijî wê hatibû amadekirin got, 'Endamên çapemeniyê amade kirine. Li bendê bûn ku ez serî bitewînim, lê min netewand.' Ev desthilt gava ku bibîne ev senaryo pûç in, wê pir bi derengî bikeve. Em ji Suleyman Soylû re vê jî bibêjin; Em behsa wezîrekî karên navxweyî yê têkiliya wî bi mafyayan re heye dikin. Ev tevgera li hemberî parlementera me ku divê bia wayekî girtî neyê darizandin û parlementeriya wê hê betal nebûye, qethiyen qebûl nakin. Em bi tundî şermezar dikin. Liv û tevgerên Soylû û mdiriyeta polîsan ên li hemberî parlementerekê qethiyen nayên qebûlkirin. Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê bûya, ger hiqûq û daraz bimeşiya, ger bi qasî serê derziyê demokrasî hebûya, dê parlementera me Semra Guzel di dawiya vê dozê de beraat bikira. Em dizanin ku dê ev mekanîzmaya darazê çi encamekê biafirîne û biryareke çawa bide."