Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin 2022-09-03 22:55:29 STENBOL - Parlementera HDP'ê Semra Guzel ku duh hatibû binçavkirin û îro piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, îro sewqi Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.   Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Guzel ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.   Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" derbarê Guzelê de biryara girtinê da.