Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin! 2022-09-04 09:06:08   ÎZMÎR - Gamze Toprak û Tûncay Yildirim ên ji bo dîtina hevalên xwe çûne Girtîgeha Kiriklarê, bi hinceta ku silav dane girtiyên din mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan hatiye birîn.   Her roj binpêkirineke nû li binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê zêde dibe. Vê carê jî ji ber silav dane girtiyên din bi hinceta “binpêkirina pîvanên devkî û nivîskî" mehek cezayê hevdîtinê li kesên diçin girtîgehê hevdîtinê bi girtiyan re dikin hatiye birîn. Gamze Toprak û Tûncay Yildirim di 22'yê Tebaxê de ji bo hevdîtinê bi hevalên xwe Denîz Aytaç û Alî Haydar re bikin çûne Girtîgeha Kiriklarê ya Tîpa F a Hejmara 1'ê. Lê ji ber ku silav dane girtiyên din, mehek cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn.    SILAVDAYÎN JÎ QEDEXE YE!   Gamze Toprak ku derbarê qedexekirina hevdîtinan de axivî anî ziman ku her hefte bi awayekî rûtîn diçe girtîgehê ji bo hevdîtinê û dema silavê didin girtiyan tu pirsgirêk rû nadin, lê di hevdîtina dawî de ji ber ku silav daye hin girtiyên din mehekê cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan hatiye birîn. Toprak got: "Dema ku ez çûm, hîn bûm ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta 'binpêkirina pîvanên devkî an jî nivîskî' mehekê cezayê qedexekirina hevdîtinê li min hatiye birîn. Ez heya mehekê nikaribim biçim. Bi vî awayî hevdîtinên me yên bi girtiyan re hatin astengkirin."   Toprak bilêv kir ku ev demeke dirêj e polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî tê meşandin û got, ev qedexe ne nû ne. Toprak anî ziman ku armanca binpêkirina mafên girtiyan ew e ku girtî teslîm bên girtin û got: “Ji bo em hevalên xwe bibînin û serpêhatiyên xwe yên li girtîgehan ragihînin em hevdîtinan dikin. Tiştên ku hevalên me ji me re dibêjin em bi raya giştî re parve dikin. Sedema bingehîn a vê qedexeyê hem veşartina binpêkirinên mafan e hem jî astengkirina hevdîtina girtiyên şoreşger a bi hezkiriyên xwe re ye.”   Toprak anî ziman ku qedexekirina hevdîtinan ne li derî polîtîkaya tecrîdê ne û got: "Li dijî van polîtîkayên qedexeker bi şandina nameyan ji girtiyan re divê em bidin der ku em li cem wan in."   MA / Delal Akyuz